We’ve updated our Terms of Use to reflect our new entity name and address. You can review the changes here.
We’ve updated our Terms of Use. You can review the changes here.

Pistepistek Bilind

by Heja

supported by
loa_verde
loa_verde thumbnail
loa_verde First of all I love Kurdish music.
For me Hêja is an admirable, warrior, creative and intelligent woman. She has many positive qualities and the simple essence of her inspires other generations. I wish with all my heart that she finds more creative artists and have the courage to create more music with various genres in the world.
Éxito, salud y mucha luz en tu camino. Her bijî delalê!
/
  • Streaming + Download

    Includes unlimited streaming via the free Bandcamp app, plus high-quality download in MP3, FLAC and more.
    Purchasable with gift card

      €8 EUR  or more

     

1.
Êvar bû Hemoyê biçûk î boyaxçî Quncikê meydana mezin Nav dilê bajarê Şamê Serê westiyayî tewandibû Wek firça di nav deste xwe Laşê xwe yî zirav bi lez bi lez dihejand Hemoyê biçûk î aware Di ber xwe de bi pistepist Tu mamoste piyê xwe deyne Tu Bazirgan piyê xwe deyne Zabit, casus, leşker Hûn hemû yek li pey yekî Piyê xwe deynin Hûn hemû yek li pey yekî Mirovê baş û mirovê pîç Kes nema xwedê ma Ez bawer im li wê dinyayê jî Xwedê ji bo boyaxkirina pêlavên xwe Wê gazî Kurdekî bike Kî dibe ew Kurd ne ez im Ax lê daye, tu dibe pêlavên xwedê çi qasî mezin bin Çend nimre lingê wê Lê wê xwedê ji bo pera çi qasî bide hemoyê biçûk î aware?
2.
Masiyê biçûk û reş, bo jiyanekî xweş Ket nav ava behr û çeman Nav gerava kul û xeman Ber bi deryayê meşiya Li pey şahî şox û xweşya Masiyê reş, bêsedef e Derya bi xof û bi gef e Masiyê biçûk î reş li pey jiyaneke xweş Xwe avêt nav ava behr û çeman Nav deryaya kul û xeman Masiya zîrek û biwêr Xwe berda nav ava rûbêr Ber bi deryayê meşiya Li pey şahî şox û xweşya Çem biçûk e, behrê bîne Masî bi hêz û karîn e Masiyê biçûk î reş li pey jiyaneke xweş Xwe avêt nav ava behr û çeman Nav deryaya kul û xeman
3.
En el Welat tu jiyana min î û dizanî ku çi qas belasebeb û beredayî yî -jiyana min a pênc pereyî li te -sobe her ku du hezkiriyên hevhembêzkirî dibînim kizînî ji dile min diçe, kizînî. -bêmiradiya min li te -sobe jenê sûra Srafîl im, navê te dilîrînim navê te, ku li çepera gerdûnê lefandiye, têm li pey te, navê te, ku newaya heşîr û mehşerê ye, nebe nabe 9 deng û 3 kîte -bêwelatiya min li te -sobe tu dibêjî: divê tu dest û piyên binaxkirî serax bikî bi yek derbî, biceribînî di nav lepê xwe de bînî, nexşeya çarmîxkirî -heywaxiya min li te -sobe KURDISTAN (repeating)
4.
xwelî 03:58
Agirê dojeha vê evînî pir bûn Te nedît hesreta te çi qas li bejna min dihat Wey tu nebînî Wey tu nemînî Rojekê ew agir hat ji min xatir xwestinê Got Gulîzerê! Xwelîserê! Bimîne di nav xêr û xweşiyê de Ez namînim, din ava xweşiyê de, Ez ê bimînim heta hetayê di nava nexweşiyê de
5.
halê me 03:29
Ez ji xwe re dimeşiyam, Kêfa min li cî bû Rokê li te rast hatim Canê min qerimî Cixare li ser cixarê, Araq li ser araqê Kezeba min peritî Roja ku li te rast hatim Halê min herimî Teq û req dimeşiya Dilê min fire bû Gava çav bi te ketim Ketime nav doşekê Cixare li ser cixarê, Araq li ser araqê Kezeba min peritî Roja ku li te rast hatim Halê min herimî
6.
wîskî 05:12
Her du çavên te du pirtên befrê ne Di nava pêka min a wîskî Wez ê serxweş im helbest: Zemanekî dilê min jî yek perçe bû Lê biyaniyek hat û dilê min kir çar perçe Zarokê dilê min êdî navê xwe ji bîr dikin Em hemî bênav in Û ez, edî peyvên xwe dadiqurtînim Lewra divê ez hêdî hêdî lal bibim.
7.
payiz 04:12
(Ji pirtûka “Ev ne Pif e Tif e”) em hûn ew me, daye pey bayekî da em zevt bikin û bi ser xwe ve dakin dizanim, şifa ye bayê payizê lê niha bine linge xwe dialêsim Belkî payizeke din Belkî li gerestêrkeka din (beşek ji helbesta dirêj ya bi navê “lîs”) ferz bike, berî mîladê sal 660 e peyamberek tê û tu wî nahebînî weke lîstikvanekî bêdik bi kebreke pewikandî, li çiyayê sebelanê heft salan tik û tenê bi hîrehîreka qehpikî re têk diçe, ser sebebê nietzsche zimanê xwe yê dirêj dixe bêrîka xwe û diçe ew, perdeya yekem bû berî ya duyem lîstik bi dawî bû
8.
gîtar 04:01
Mirina di nav avê xweştir e ji vî halî Ger ez îro bimrim, meytê min têxin nav gîtarê Bişînin ji xwedê ra, bila bibe diyarî Ez ê bêjim xwedê Gelo te dît çi bû çi hat serê me Ez ê bêjim xwedê Mala me xera bû Dilê me biha bû Canê me erzan çû Ez ê bêjim xwedê gelo tu li ku bû? Ez ê bêjim xwedê Mala te ne ava Mala xwedê ne ava Ne ser sera û ne çava Ez bûm masî di nav ava Nakevim nava tu tora Nakevim nava tu gora

credits

released August 2, 2022

license

all rights reserved

tags

about

Heja Germany

Hêja was born in Kurdistan. She started making music with Band of Folklor Club at Boğaziçi University. At the same time she focused on Kurdish Literature. When she was arrested for political reasons she learned playing guitar and she started making her own songs. Now she is living in Hamburg, Germany. She wants to meet other musicians an make music with them. ... more

contact / help

Contact Heja

Streaming and
Download help

Report this album or account

If you like Heja, you may also like: